Nûnerê Rusyayê yê Suriyeyê, diçe Tirkiyeyê
PeyamaKurd- Nûnerê Taybet ê Rusyayê yê Suriyeyê Aleksandr Lavrentyev, li ser operasyonên Tirkiyeyê yên li dijî hin herêmên Rojava dê biçe Tirkiyeyê.
Li gorî agahiyên ku ji çapemeniya Tirkiyeyê hatin ragihandin, Aleksandr Lavrentyev dê di navbera 8 û 9ê Berfanbarê de serdana Tirkiyeyê bike û dê di hevdîtinê de li ser hegera operasyona bejahî ya Tirkiyeyê ya li dijî Rojava guftûgo werin kirin.
Li aliyê din, ji aliyê rayedarên Tirk ve ji bo El Cezîreyê agahî hatibûn parvekirin û hatibû gotin ku ji bo operasyona bejahî, ew bi Amerîka û Rusyayê re di nav pêwendiyan de ne.
Her wiha hatibû diyarkirin ku wan wekî Tirkiye, demek ji bo Hêzên Suriyeya Demokratîk (HSD) û YPGê daniye ku xwe ji Minbic, Tel Rifat û Kobaniyê vekişînin û heger ew xwe ji van deveran venekişin, dê operasyona bejahî jî dest pê bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin