Blinken serdana Tirkiyeyê dike û diçe herêma erdhejê
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Amerikayê Antony Blinken, piştî felaketa erdhejê ya 6ê Sibate îro 19ê Sibatê serdaneke piştgiriyê bo Tirkiyeyê dike.
Li gorî ragihandina medya Tirk, tê çaverêkirin Blinken ji bilî hevdîna ligel hempîşeyê xwe Mevlut Çavuşoglu, bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re jî bicive.
Herwiha di serdana du rojî ya 19 û 20ê Sibata 2023yan de, tê çaverêkirin Blinken serdana baregeha İncirlik a Amerîkayê ya li Edeneyê bik û herwiha biçe herêma erdhejê ku niha kar û xebatên alîkariyê yên Amerikayê jî lê berdewam dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin