RT: Antony Blinken îro serdana Bexdayê dike
PeyamaKurd - Çavkaniyekê hikûmeta Iraqê ji ajansa RT ya Rûsî re ragihandiye ku Wezîrê Derve yê Amerîka îro 5ê Mijdarê di çarçoveya serdana xwe ya Rojhilata Navîn de, digihe Bexdayê û bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî re dicive.
Li gorî nûçeya RTyê wê Anthony Blinken di serdana Bexdayê de bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîya Sûdanî re bicive û rewşa Xezeyê gotûbêj bike.
Wezîrê Derve yê Amerîka Anthony Blinken piştî destpêkirina şerê Hamas û Îsraîl, roja Înê cara sêyem serdana Îsraîlê kir. Biryar bû Blinken pêşî serdana Enqereyê bike, lê hatiye diyarkirin ku Blinken pêşî diçe Bexdayê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin