Wezîrê Tirkiyeyê Fîdan, îro serdana Hewlêrê dike

23 August 2023 15:30 0 dîtin
Wezîrê Tirkiyeyê Fîdan, îro serdana Hewlêrê dike

PeyamaKurd- Li gorî hat ragihandin, Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, piştî hevdîtinên xwe yên li Bexdayê, îro dê derbasî Hewlêrê bibe.

Hakan Fîdan ku di çarçoveya serdaneke fermî de duh li Bexdayê û bi Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Husên re civiyabû, tê çaverêkirin ku îro derbasî Hewlêrê bibe.

Her wiha tê çaverêkirin ku Hakan Fîdan îro bi Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd re bicive û tê payîn ku di hevdîtinê de li ser geşepêdana pêwendiyên di navbera Iraq û Tirkiyeyê de bên gotûbêjkirin.

Li gorî hat diyarkirin, Hakan Fîdan dê bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî û Serokê Parlamentoyê Mihemed Helbûsî re jî hevdîtinan bike.

Piştî hevdîtinên xwe yên li Bexdayê, Hakan Fîdan dê îro derbasî paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê bibe û tê payîn ku bi Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî re bicive.

Hat ragihandin ku serdana Hakan Fîdan, ji bo serdana Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan a ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê, tevî ku bi fermî neyê ragihandin jî amadekariyek e.