Wezîrê Tirkiyeyê Fîdan, li ser Kerkûkê daxuyanî da

03 September 2023 22:40 0 dîtin
Wezîrê Tirkiyeyê Fîdan, li ser Kerkûkê daxuyanî da

PeyamaKurd- Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, di derbarê rewşa Kerkûkê de daxuyanî da û got ku aştî û aramiya Kerkûkê rasterast bandorê li aştî û aramiya tevahiya Iraqê dike.

Wezîrê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, di serdana xwe ya Îranê de ku bi Wezîrê Karên Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Abdullahiyan re li Tehranê civiya de bi daxuyaniyeke hevpar derketin hember rojnamevanan.

Hakan Fîdan, di daxuyaniya xwe de bal kişand ser aloziyên li Kerkûkê çêbûn û got

“Aştî û aramiya Kerkûkê rasterast bandorê li aştî û aramiya tevahiya Iraqê dike. Em Kerkûkê wekî sembola çanda aştiyane û jiyana hevbeş a Iraqê dibînin.”

Hakan Fîdan diyar kir ku hikûmeta ku di bin serokatiya Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî de hat avakirin, aramî hanî welêt û got,

"Em bi taybetî piştgiriyê didin xebatên wî û hikûmeta wî yên demdirêj ên di warê binesazî û avahîsaziyê û mijarên veberhênanê de. Em dizanin ku çiqas girîng e. Ev ji bo niha û paşeroja Iraqê ye. Di heyameke wiha de em ji ber derketina aloziyan ku di encamê de mirin çêbûne dilgiran in.”

Fîdan bal kişand ser wê yekê ku berê jî nêrîna ku divê rê li ber aloziyên bi vî rengî neyê girtin, bi rayedarên Iraqê re parve kiribûn û got,

"Em daxwaz ji rayedarên Iraqê dikin ku bi lez dawî li hebûna PKKê ya li bajêr bînin ku di demên dawî de zêde bûye. Kerkûk, bajarekî kevnar e ku di van demên dawî de rastî êş û qetlîamên mezin hatiye. Em di wê baweriyê de ne ku divê hevsengiyên civakî yên hestiyar li vî bajarî bên parastin. Divê hemû beşên civakî di nûneratî û rêveberiyê de xwedî gotineke wekhev bin. Di vê çarçoveyê de ev demeke dirêj e em piştgiriyê didin vê formulê. Wekî hûn jî dizanin, nûnertiya wekhev a hemû beşên bajêr û tevlîbûna wan di rêveberiyê de.

Wekî hûn jî dizanin maf û berjewendiyên hevwelatiyên me yên tirkmen yek ji hêmanên sereke yên siyaseta me ya li hember Iraqê ye, em ê di her warî de piştgiriya tirkmenan bikin.”