Li Finlandiyayê, hilbijartina gistî bi rê ve diçe
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin ragihandin, li Finlandiyayê di çarçoveya hilbijartinên giştî de dengdayînê dest pê kir.
Di agahiyên hatin ragihandin de hat eşkerekirin ku ji bo hilbijarinan, sindoqên ku li gorî saeta herêmî saet 09:00an hatin vekirin, dê saet di 20:00an de bên girtin.
Hat eşkerekirin ku di hilbijartinê de dê endamên parlamentoya 200 kursî bên diyarkirin.
Li gorî hat ragihandin, gelê Finlandiyayê ji bo başbûna çaverêkirî ya aboriya welêt û her wiha ewlehiya ku ji ber Şerê Rusya û Ukraynayê derketiye pêş, girîngiyek mezin dide vê hilbijartinê.
Finlandiyaya ku serjimêra wê bi qasî 5 milyon û 600 hezarî ye, hejmara dengdêran 4 milyon û 546 hezar hatiye ragihandin.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Dadê ya Filandiyayê, tê payîn ku encamên dawî yên hilbijartinê di 5ê Nîsanê de bên eşkerekirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin