PDK ji bo hilbijartina organên partiyê sibe diçe dengdanê
PeyamaKurd - Berdevkê Partiya Demakrota Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed, îro 24ê Hezîranê ragihand ku wê sibe hilbijartina organên rêxistinên PDKê birêve biçe û rojekê berdewam bike.
Berdevkê PDKê di civîneke rojnamevanî de got, di nav peyrew û programa kongreya 14 ya PDKê de ji bo vê hilbijartinê rê û kar û rênîşanderî hatine diyar kirin, ku çawa birêve biçe, proseya dengdanê jî tenê yek rojê berdewam dike.
Li gorî biryara kongreya 14an sibe li hemû bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê konferansa navxwe ya PDKê dest pê dike û endam û hemû kadro û berpirsên navçe, rêxistin û endamên PDKê dikarin deng bidin û bixwe jî bibin berbijêr ji bo wergirtina erk û berpirsyariyan.
Li ser lijneya serpereştyar jî lijne ji endamê rêveberiyê û Komîteya Navendî û Berpirsên Baskan pêk tên.
Mihemed ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê jî ragihand, heta niha dema nû ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê nehatiye diyar kirin û çawa ku roja hilbijartinê hate diyar kirin wê demê dê gotina xwe bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin