'Dê li nêzîk ‘Komîteya Destûra Sûriyê’ were pêkanîn'
PeyamaKurd - Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, di axaftineke xwe ya li Zîrweya G20an a Arjantînê de diyar kir, Rûsya hewil dide zemîneke rastîn a çareseriya siyasî ji bo Sûriyê were pêkanîn.
Pûtîn bal kişand ser hevpeyman Soçiyê ya digel Îran û Tirkiyê û li ser avakirina komîteya destûra Sûriyê wiha axivî:
“Rûsya ji bo vê yekê bi şirîkên xwe yên Îran û Tirkiyê, di hevdîtinên Astanayê de xebateke xurt dimeşîne. Dê di demeke nêzîk de li Cenevreyê Komîsyona Destûra Sûriyê were pêkanîn.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin