Dê sanda ENKSê li Moskowê bi Bogdanov re bicive

12 December 2018 15:02 0 dîtin
Dê sanda ENKSê li Moskowê bi Bogdanov re bicive

PeyamaKurd - Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) ji aliyê Wezareta Derve ya Rûsyayê ve bo serdana Moskowê hat vexwendin.

Rêveberê ENKSê Feysel Yusif ji televizyoneke Kurdistanê ra ragihand, vexwendina Rûsyayê gihîştiye wan û ew dê di nav çend rojên dahatu de serdana Moskowê bikin.

Rêveberê ENKSê herwiha da zanîn ku ew dê digel Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Mihaîl Bogdanov re bicivin û ligel wî babetên rojevê yên geşedanên dawî li Sûriyê û pirsgirêkên Kurdan biaxivin.

Di meha gulanê de jî şandeke ENKSê serdana Rûsyayê kiribû û li ser rewşa Kurdan û Sûriyê danûstandin pêk anîbûn.