Sanda ENKSê bi Bogdanov re civiya: 'Kurd dikarin bi yekrêziyê mafên xwe bistînin'
PeyamaKurd - Şanda Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ku ji berpirsên ENKSê Îbrahîm Biro û Kamran Haco pêk dihat, îro 29ê Cotmeha 2021ê ligel Cîgirê Wezîrê Derve û Nûnerê Taybetî yê Serokê Rûsyayê li Rojhilata Navîn Mîxaîl Bokdanav civiya.
Şanda ENKSê di hevdîtinê de, behsa proseya siyasî li Sûriyê û pêşhatên dawî yên di derbarê karê Komîteya Destûrî û cîbicîkirina biryara 2254 ya Neteweyên Yekbûyî kir.
Herwiha rewşa navçeyên kurdî bi giştî û pêwîstiya karkirina bi aliyê Rûsî re ji bo dîtina çareseriyekê ji doza kurdî li Sûriyê û pêkanîna mafên kurdan bi destûrî gotûbêj kirin.
Bogdanov tekezî li ser wê yekê kir ku pêwîste kar li gor biryarên navdewletî û berdewamkirina hewlên ji bo çareseriya siyasî bê kirin.
Berpirsê Rûsî tekezî li ser piştevaniya wan ji mafên kurdan û pêkhateyên din li Sûriyê di çarçoveya çareseriyeke siyasî ya berfireh li Sûriyê kir û got ku ew di wê baweriyê de ye yekrêziya aliyên kurdî alîkarê hewlên pêkanîna van mafan e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin