Sanda ENKSê bi Bogdanov re civiya: Helwesta Rûsyayê neguhertiye…
PeyamaKurd – Şanda Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) îro li Moskowê bi Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mikhail Bogdanov re civiya.
Endamê şanda ENKSê Îbrahîm Biro piştî civînê da xuyakirin ku guftûgo li ser rewşa Sûriyê bi giştî hatiye kirin û wan xwestiye bizanin helwesta Rûsya derbarê mafê gelê Kurd li Sûriyê hatiye guhertin yan ne ku nexasim di daxuyaniya dawî gera Astanayê de dijayetiyek li hember mafê Kurdan hebû.
‘MEHA ÎLONÊ KOMÎTA DESTÛRÊ TÊ RAGIHANDIN’
Biro li Moskowê ji K24ê re gotiye, Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê tekez kiriye ku helwesta Rûsyayê nehatiye guhertin û Rûsya dibîne ku divê mafê Kurdan di destûra Sûriyê de bê parastin.
Biro destnîşan kir ku bi dirêjahî axaftin li ser komîta destûrê hatiye kirin ku pêşketinek tê de çêdibe û tê pêşbînîkirin di meha Îlonê de komîta destûrê bê ragihandin.
‘HERÊMA EWLE BAŞ E, LÊ METIRSIYA GUHERTINA DEMOGRAFÎ HEYE’
Îbrahîm Biro diyar kir, şanda ENKSê daxwaza zanîna helwesta Rûsya li ser herêma ewle kir û Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê diyar kir ku ew ne aliyekî wê rêkeftinê ne.
Biro li ser helwesta ENKSê bo herêma ewle ragihand ku avakirina herêma ewle baş e heger şerekî ji Rojavayê Kurdistanê dûr bixe, lê di heman demê de metirsiyên wan hene, koçberên Sûrî yên navçeyên din li Rojavayê Kurdistanê bêne bicihkirin û guhertina demografî çêbibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin