Bogdanov bi sanda Hemasê re civiya: Hemasê spasiya Rûsyayê kir!
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku Cîgirê Wezîrê Derve û Nûnerê Taybet ê Rûsya yê Karûbarên Rojhilata Navîn û Afrîkayê Mihaîl Bogdanov li Moskowê pêşwazî li şanda Tevgera Hemasê ya bi Îsraîlê re di şer de ye kir.
Li gorî daxuyaniya ji aliyê Hemasê ve hatiye dayîn, şanda Hemasê ya bi serokatiya Serokê Pêwendiyên Navnetewî Musa Ebû Merzuk bi Mihail Bogdanov re civiyaye û li ser agirbesteke şerê Xezzeyê bidawî bîne, danûstandin kirine.
Hatiye diyarkirin ku Hemasê di hevdîtinê de, spasiya hewlên dîplomatîk û alîkariyên Rûsyayê yên bo xelkê Şerîda Xezzeyê kiriye.
Herwiha hatiye gotin, 'Mafê gelê Filîstînê heye li dijî dagirkeriya neyasayî bi her awayî berxwedanê bike.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin