Serokê MITa Tirkiye û serkirdeyê siyasî yê Hemasê li Dohayê civiyan

12 May 2024 20:01 0 dîtin
Serokê MITa Tirkiye û serkirdeyê siyasî yê Hemasê li Dohayê civiyan

PeyamaKurd - Serokê Dezgeha Sixuriyê ya Neteweyî (MIT) ya Tirkiyeyê Îbrahîm Kalin li paytexta Qeter Dohayê bi Serokê Buroya Siyasî ya Hamasê Îsmaîl Henîyye re hevdîtinek pêk anî.

Hate ragihandin ku di hevdîtinê de Serokê Buroya Siyasî ya Hemasê Îsmaîl Heniyye kêfxweşiya Hemasê ya ji hewdanên Tirkiyeyê yên di pêvajoya danûstandinên agirbesta navbera Hemas û Îsraîlê û pevguhertina dîl û girtiyan de destnîşan kiriye.

Hate gotin ku di hevdîtinê de mijarên weke; rewşa dawî ya danûstandinên navbera Îsraîl û Hemasê yên ji bo agirbestê, misogerkirina agirbestê û zêdetir şandina alîkariyên mirovî yên ji bo Xezzeyê hatine gotûbêjkirin.

Di derbarê hevdîtina Kalin û Heniyye de ji bilî van agahiyan ti agahî nehatin parvekirin, lê belê jêderên siyasî di nirxandinên xwe yên di derbarê vê hevdîtinê de ragihandin ku ji bilî van mijaran, hin mijarên din yên ku aliyan nexwestine ji raya giştî re bê parvekirin jî hatine gotûbêjkirin.