Qamislo | Sanda Swêd bi ENKSê re civiya û pistgirî da dîyaloga Kurdî-Kurdî

20 October 2020 15:20 0 dîtin
Qamislo | Sanda Swêd bi ENKSê re civiya û pistgirî da dîyaloga Kurdî-Kurdî

PeyamaKurd - Şanda Wezareta Derve ya Swêdê ku ev çend roj in bi serdanekê li Rojavayê Kurdistanê ye, li Qamişlo serdana navenda ENKSê kir piştgiriya xwe ji bo diyaloga kurdî – kurdî ya li Rojavayê Kurdistanê ragihand.

Şanda Swêdî îro 20ê Cotmehê serdana ofîsa sereke ya Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ya li Qamişlo kir û piştgiriya xwe ji bo yekrêziya kurdî û mafên kurdan li Sûriyê nîşan da.

Li gor zanyariyan şanda Swêdî gotiye, ew amade ne hemû alîkariyên xwe pêşkêş bikin, heta rêkeftin di navbera her du aliyên kurdî de bê îmzekirin.

Şanda Wezareta Derve ya Swêdê ji 17ê mehê ve li  Rojavayê Kurdistanê ye û doh jî bi Partiyên Yekîtiya Niştîmaniya Kurdî (PYNK) û Fermandariya Giştî ya HSDê civiyabû û piştevaniya xwe ji bo diyaloga di navbera ENKS û PYNKê de eşkere kiribû.