Defense News: Dibe Kongra Amerîkayê F-16 an bifrose Tirkiyê

07 May 2022 00:40 0 dîtin
Defense News: Dibe Kongra Amerîkayê F-16 an bifrose Tirkiyê

PeyamaKurd – Malpera Defense Newsê ya Amerîkayê ku li bêhtir li ser rewşa bergiriya dewletan û alavên bergiriyê nûçeyan belav dike û analîzan dike, ragihand ku Kongra Amerîkayê bi sedema tewrê Tirkiyê ya di mijara şerê Rûsya û Ûkraynayê de, dibe ku biryarê bide da balafirên şer yên F-16 an bifroşe Tirkiyê.

Malper ragihand ku di kongrê de ew endamên ku zêde ji bo Tirkiyê îttîrazê dikirin, niha dijberiya xwe ya li hemberê Tirkiyê kêm kirine. Li gor malperê; endamên kongreyê firotina balafirên F-16 an di berjewendiya Amerîkayê û NATO de dibînin.

Tirkiye ji bernama F-35 an hatibû derxistin û heya wê wextî 1.4 mîlyar dolar pere dabû bernamê. Tirkiye niha 1.4 mîlyar dola pere û 40 balafirên F-16 an ji Amerîkayê dixwaze.