DEM: Demokrasî bi qeyûman nayê avakirin, bi maf û azadiyan tê avakirin
PeyamaKurd – Li ser tayînkirina qeyûm ya bo şaredariya Sêrtê, hevserokên Partiya DEMê Tuncer Bakirhan, Tulay Hatimogullariyê û navenda partiyê daxuyanî da.
Bal kêşan ser wê yekê ku qeyûm ne tenê îradeya gelê Sêrtê, lê belê îradeya demokratîk a tevahî Tirkiyeyê dixe bin metirsiyê.
Bertekên li dijî tayînkirina qeyûm ya bo şaredariya Sêrtê zêde dibin, ku duhî 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li şaredara wê Sofya Alagaşê hatibû birîn û vê şeveqê jî ji peywirê hatibû bidûrxistin.
Hevserokê Giştî yê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) Tuncer Bakirhan daxuyaniyek li ser hesabê xwe Xê da û diyar kir ku hikûmeta AKPyê îradeya gelê Kurd xesp dike. Bakirhan got ku bi vê siyasetê dixwaze gelê ku rayê daye, bêdeng bike.
Di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê Xê de, Tulay Hatimogullari yahevseroka din a Giştî ya DEM Partiyê, got ku qeyûmê li Sêrtê hatî tayînkirin, “darbeyeke siyasî” ye. Amaje bi wê yekê kir ku bi vê yekê “mafên demokratîk ên gelan binpê dibe.”
Ji bilî herdu hevserokan, navenda birêvebiriyê ya Partiya DEMê jî daxuyanuyek weşand. Partiya DEMê di daxuyaniya xwe de qeyûm wekî “darbeyeke nû ya li dijî demokrasiyê” bi nav kir û şermezar kir.
Her weha daxwaz kir ku “hikûmet dev ji van siyasetên antidemokratîk berde" û got:
“Demokrasî bi qeyûman nayê avakirin, bi maf û azadiyan tê avakirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin