DEM Parti, di 17ê mehê de seredana MHP û AK Partiyê dike
PeyamaKurd – Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê di 17ê meha Adarê de seredana MHP û AK Partiyê dike. Ciyê ziyaretê û seeta wê heya niha diyar nebûye.
Li ser seredana hevserokên DEM Partiyê wê agahiyan bidin Tuncer Bakırhan û Tülay Hatimoğulları.
Tülay Hatimoğulları û Tuncer Bakırhan, di 10ê Adarê de wê seet di 10.00an de li meclisa Tirkiyê bi Emek Partisi re û di heman rojê de wê seet di 13.00an de bi CHPê re hevdîtin bike. Di 12ê Adarê de li meclisa Tirkiyê bi Türkiye İşçi Partisi (TİP) re hevdîtinê bike.
Di hevdîtina bi MHPê re ji ber Devlet Bahçeli nexweşe wê Bahçeli tevî hevdîtinê bibe an nebe nayê zanîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin