Heyeta DEM Parti wê seredana AKP, CHP û partiyên din yên di meclisê de bike

02 January 2025 23:44 0 dîtin
Heyeta DEM Parti wê seredana AKP, CHP û partiyên din yên di meclisê de bike

PeyamaKurd – Ji DEM Partiyê Sırrı Süreyya Önder û Pervin Buldan, piştî li Girava Îmraliyê seredana serokê PKKê Abdullah Öcalan kirin, seredana serokê meclisa Tirkiyê (TBMM) Numan Kurtulmuş û paşî seredana serokê MHPê Devlet Bahçeli kirin. Li ser rêza seredanan Sırrı Süreyya Önder ji bo çapemeniyê got:

“Ez dibêjim em ê roja Duşemê seredana AKPê û CHPê bikin û paşî partiyên di meclisê de hene, em ê seredana wan bikin. Seredan bi xwestina wextî ji partiyan dibe. Piştî seredan biqedin em ê wekî heyet li ser hevdîtinan şiroveyan bikin lewra em niha pirsan qebûl nakin.”

Önder, her weha ragihand ku ji AKPê wê bi serokê wê Erdoğan re an bi kesên din re hevdîtinê bikin nizane û ew biryara ya AKPê ye.