Heyeta HDP ê seredana Partiya Zahmetkêsan kir

07 September 2019 18:19 0 dîtin
Heyeta HDP ê seredana Partiya Zahmetkêsan kir

PeyamaKurd- Heyeta HDP ê ya di bin serokatiya Sezai Temelli de, piştî hevdîtinê bi serok Mesûd Barzanî re kir, çû seredana Partiya Zahmetkêşên Kurdistan. Di heyeta HDP ê de parlementer Feleknas Uca, Fatma Kurtulan, İmam Taşçıer û Berdan Öztürk hene.

Di heyeta pêşwazîkirina Zahmetkêşan de ji endamên serokatiya partiyê Saîd  Xalid, endamê polîtburoyê Goran Celal, Niştîman Kemal, Bêkes Kadir û Dr. Hiwa Saîd Selîm hebûn.

Heyet piştî hevdîtina bi Zehmetkêçan re dê bi serokê herêmê Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin bike û di 9 ê mehê de here Silêmaniyê bi serokkomarê Iraqê Berhem Salih û rêvebirên Yekîtiyê re hevdîtinan bike.