Dema hevdîtina heyetên Rûs-Tirk rejîmê 2 deverên stratejîk dorpêç kirin
PeyamaKurd - Hevdîtina şanda Rûsya û Tirkiyê ya ji bo Idlibê ku li Enqeerê doh 8ê Sibatê pêk hat, li gorî pêşveçûnên li erdê bê encam bi dawî bû û ti lihevkirinek çênebû.
Wezareta Derve ya Tirkiyê piştî hevdîtinên ligel şanda Rûsyayê ragihand tu wê danûstandinên li ser rewşa Idlibê hefteya bê berdewam bikin.
Dema hevdîtina şandên Rûsya-Tirkiyê dihat kirin, li gorî zanyariyên xwecihî rêjîma Sûrî herêmên “Îkard” û “El-Eys” ên stratejîk bi dest xistin û noqteyek din a Tirkiyê jî dorpêç kir.
Li gorî agahiyên dawî, niha jî qadeke biçûk navbera hêzên rejîma Sûrî û bidestxistina tevahiya rêya M5 de maye.
Li aliyê din Tirkiyê jî bi qasî 625 wesayîtên leşkerî ji bo piştgiriyê komên çekdar ên şerê rejîmê dikin, derbasî axa Sûriyê kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin