Dema sandên Rûs-Tirk li Enqerê diciviyan, hêzên rejîmê bi tundî êrîs kirin
PeyamaKurd - Wezareta Bergiriya Tirkiyê ragihand ku şandên leşkerî yên Rûsya û Tirkiyê ji bo gotûbêjkirina pêşketinên dawî yên li Idlibê, îro danê sibehê li Enqereyê civînek pêk anî.
Hat ragihandin ku di civînê de, şandên herdu aliyan yên leşkerî li avaha Wezareta Berevaniya Tirkiyê civiyane û li Idlibê rewşa dawî ya qadê gotûbêj kirine.
Herwiha hevdem dema ragihandina vê civînê hêzên rejîma Sûriyê bi moşekan êrişeke dijwar li dijî çekdarên bi ser Tirkiyê ve êrîş li gundewarên başûrê Idlibê pêk anîn ku herêmên El-Bara, Dêr Sinbul, Bînîn, Kensefra, Sifûhen, El-Fitêra, El-Hilûbe û Filêfêl bûn armanca êrîşan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin