Dema hevpeymaniyên hilbijartinan jî diyar bû

03 March 2024 19:12 0 dîtin
Dema hevpeymaniyên hilbijartinan jî diyar bû
PeyamaKurd - Komisyona Bala ya Hilbijartinan a Iraqê, dîroka serlêdanên hevpeymaniyên partiyên siyasî ya ji bo hilbijartinên Parlamena Kurdistanê diyar kir.

Komîsyonê di derbarê mercên berşarbûna hilbijartinên Parlamena Herêma Kurdistanê de ragihand ku partiyên siyasî dikarin di navbera 5 û 14ê Adarê de ji bo pêkanîna hevpeymaniyan kar û xebatên xwe bikin û serlêdanên xwe bikin.

Komisyona Bala ya Hilbijartinan teqez kir lku dema pêkanîna hevpeymanîyên siyasî wê neyê dirêjkirin û destnîşan kir ku tomarkirina wan jî wê li fermangehên karûbarên partî û rêxistinên siyasî li Bexdayê û bajarên Herêma Kurdistanê be”.

Serokatiya Herêma Kurdistanê îro bi daxuyaniyekê ragihand ku wê hilbijartin di 10ê Pûşperê de pêk bên.

Li gor wê fermanê hemû aliyên pêwendîdar pabend dibin ku, ji bo bicihanîna vê biryarê pêngavên pêdivî ji bo hevkarî û hevahengiyê ligel Komisyona Bala ya Serbixwe ya Hilbijartinan biavêjin.

Biryar bû ku hilbijartinên Parlamena Kurdistanê di 25ê Sebatê hatibûna kirin, lê belê Komisyona Hilbijartinan a Iraqê Ji ber paşxistina Dadgeha Federal a Iraqê ya di derbarê kursiyên pêkhateyan ên Parlamena Herêma Kurdistanê komisyonê nikaribû hilbijartinan di 25ê Sebatê de pêk bîne.