Demirtas bi peyama xwe ya vîdeoyî Cejna Remezanê pîroz kir

21 April 2023 11:03 0 dîtin
Demirtas bi peyama xwe ya vîdeoyî Cejna Remezanê pîroz kir

PeyamaKurd – Demirtaş bi peyama xwe ya vîdeoyî Cejna Remezanê pîroz kir û gotina "Guherîna mezin a ku her kes li bendê ye bîne" bi kar anî.

Hevserokê Giştî yê HDPê yê berê Selahattîn Demîrtaş ku nêzî 6,5 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê ye, bi peyameke vîdyoyî ya ku li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir, Cejna Remezanê pîroz kir.

Demirtaş di vîdyoya bi dengê xwe de bi tirkî û kurdî cejna her kesî pîroz kir.

Demirtaş got, "Bila ev cejn bibe wesîleya xêr, bereket û aşitiyê. Guhertina mezin a ku her kes li bendê ye bi xwe re bîne. Hayırlı bayramlar inşallah. Cejna we pîroz be. Roşane Şima bimberek bo."