Ji Demirtas peyama Cejna Remezanê...
PeyamaKurd - Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demîrtaş ku ji sala 2016an ve li Girtîgeha Edirne ya Tirkiyê girtiye, bi rêya twitterê peyameke pîrozbahiya Cejna Remezanê da belavkirin.
Demîrtaş bi boneya cejna Remezanê di peyama xwe de cejna tevahiya misilmanên cîhanê pîroz kir.
Demîrtaş di peyama xwe ya ligel wêneyê bav û dayîka xwe belav kiriye de, hêviya aştî, azadî û jiyaneke bi tenduristî xwest û bi Kurdiya Kurmancî û Zazakî got: “Cejna we pîroz be. Roşanê şima bimbarek bo.”
Tüm İslam aleminin Ramazan Bayramını tebrik ediyor; herkese sevdikleriyle birlikte barış, özgürlük ve sağlık içinde, nice bayramlar diliyorum. Cejna we pîroz be. Roşanê şima bimbarek bo. pic.twitter.com/CL3NasKrdd
— Selahattin Demirtaş (@hdpdemirtas) May 24, 2020

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin