Demirtas: “Ez daxwaza azadkirina xwe nakim.”

12 December 2018 22:35 0 dîtin
Demirtas: “Ez daxwaza azadkirina xwe nakim.”

PeyamaKurd- Selahattin Demirtaş bo celsa darizandinê wî anîn Ankara, baregeha dadgehê ya Zîndana Sincanê. Demirtaş daxwaza redda dadger kiribû lê ew daxwaza wî bi xwe hat redkirin. Demirtaş got ku ew ji dadgehê daxwaza azadkirina xwe nake û weha got:

“We bi îrada xwe min nexistiye zîndanê heya hun min azad bikin. Ez li vê derê rehineyekî siyasî me, ne girtî me. Rehîneyên siyasî daxwaza azadkirina xwe nakin.”

Wê doza dadgehkirinê heya 14 ê vê mehê dewam bike. Gelek kes çûn dadgeha Sincanê da doza Demirtaş bişopînin.