Basak Demirtas: HDP û muxalefet ji daxwaza îdama Selahattîn re bêdeng man, kesî pirsa min nekir!
PeyamaKurd – Hejîna Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demirtaş ku 7 sal in li girtîgeha Edirneyê girtî ye, hevpeyvînek da nivîskarê T24ê Murat Sabuncu û rexne li HDP û aliyên din ên siyasî kir ku li wan xwedî derneketine.
‘Selahattîn hem ji hevserokan re hem jî bi rêya parêzeran pêşniyar kir’
Hevjîna Selahattîn Demirtaş, Başak Demirtaş li ser mijara nedanîna namzedê hilbijartinên serokomariyê ji aliyê HDPê ve got ku Selahattîn herî kêm 3 caran daxwaza xwe ya namzediyê gihandiye wan, lê nehatiye qebûlkirin.
Başak Demirtaş diyar kir, neraste ku hin rayedarên HDPê piştî hilbijartinan li ser nîqaşên namzediyê dibêjin, ‘Demirtaş ti pêşniyara namzediyê nekiriye’ û dide zanîn, Selahattîn hem di Hezîrana 2022yan de ji hevserokan re, hem bi rêya parêzeran daxwaza namzediya serokomariyê kiriye.
Herwiha Demirtaş daye xuyakirin, ger rewşa wî ya yasayî rênadabûya jî dixwest Selahattîn dixwest ji ber daxwaziya gel bibe namzed daku piştî biryara YSKê gel zêdetir piştgiriyê bide namzedê ku HDP diyar bike.
‘Mixabin ti kesî ji îdama Selahattîn re bertek nîşan neda!’
Başak Demirtaş li ser dirûşmên îdamê yên şeva hilbijartinê ku di dema axaftina balkonê ya Serokomar Recep Tayyip Erdogan de ji bo Selahattîn Demirtaş hatibûn qêrîn jî rexne li HDPê û aliyên din ên siyasî girt ku bêdeng mane û pirsa wê jî nekirine.
Demirtaş dibêje: “Mixabin ji siyasetmedaran û hemû partiyên opozîsyonê li ser wê banga tirsnak kesekî jî telefon nekir û peyamek neşand. Bi ya min diviya hemû siyasetmedaran bertek nîşan bidana. Brêz Kiliçdaroglu bêdeng ma, hevserokên HDPê bêdeng man, partiyên tifaqa me bêdeng man. Mixabin ti kesî bertek neda û ev tişt normal kirin. Bi awayekî samîmî dibêjin, ger ji Erdogan re îdam bê xwestin, pêşî ezê li hember rawestim, lê dema ji Selahattîn re îdam dixwestin, mixabin bêdengiyeke mezin çêbû.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin