Demirtas ji Wezareta Dadê xwest ku bi rêya SEGBÎSê hevdîtinê bi Ocalan re bike
PeyamaKurd - Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş ku ji meha Mijdara 2016an ve li Girtîgeha Edirneyê hatiye girtin, ji bo ku bi rêya Platforma Deng û Dîmenî ya online (SEGBÎS) bi serokê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtinekê bike, serlêdan li Wezareta Dadê ya Tirkiyê kir. Demirtaş di daxwaznameya ku bo Wezareta Dadê ya Tirkiyê şandiye de, dibêje ku ew wekî parêzer û siyasetmedar dixwaze hevdîtinê ligel Ocalan bike.
Hat diyarkirin ku Demîrtaş, bi daxwaznameyekê ji Wezareta Dadê ya Tirkiyê xwestiye, ji girtîgeha Edîrneyê bo girtîgeha Îmralî bi rêya SEGBÎSê pêwendiyê deynin û ew bi Ocalan re hevdîtinekê pêk bîne.
Parêzerên Demirtaş daxwaznameya wî belav kirine ku tê de dibêje, “Weke ku tê zanîn Abdullah Ocalan, ev nêzîkî 23 sal in li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Îmraliyê ku girêdayî wezareta we ye, di hucreya yek kesî de û di nava şert û mercên tecrîdê de tê ragirtin. Bi xwe ev zêdetirî 20 mehan e ku bi awayekî deryasayî ji mafê xwe yê hevdîtina bi parêzer û malbata xwe re hatiye bêparkirin. Lê salên borî dema ku bi derve re têkilî danî, li Tirkiyê hêviyên aştiya civakî û çareseriya demokratîk her ku diçû mezin dibûn û civakê bêhnek standibû.”
Demîrtaş herwiha dide xuyakirin: “Ez di wê baweriyê de me ku wezareta we eger dawî li vê bêhiqûqiyê bîne, dê bo welêt bixêrtir be. Ji bo ku polîtîkayên li Girtîgeha Îmraliyê tên meşandin bi dawî bibin, ez weke parêzer û siyasetmedarek ku li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê têm ragirtin dixwazim ku li ser SEGBÎSê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim. Herwiha dixwazim ku Abdullah Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re jî hevdîtinê bike. Hêvîdarim ku ev serlêdana min were qebûlkirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin