Parêzerên Demirtas serî li Wezareta Dadê didin
PeyamaKurd - Parêzerên hevserokê giştî yê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş ku ji 4ê Mijdara 2016an ve hatiye girtin, piştî biryara dadgeha Enqerê ya ji nû ve girtinê li ser bêhiqûqiyên li hember muwekîlê wan hatine kirin civîneke rojnamevanî li dar xistin.
Parêzeran li Baroya Amedê ragihand ku ew dê sibe serdana Wezareta Dadê ya Tirkiyê bikin û giliyên xwe derbarê biryara 20ê îlonê ya li ser girtina Demîrtaş û Yuksekdag radestî wan bikin.
Parêzerên hevserokê giştî yê HDPê yê berê Selahattin Demirtaş li pêş Avahiya Xizmeta Edlî ya Baroya Amedê civîna çapemeniyê li dar xistin û biryara dadgehê ya girtina Demîrtaş protesto kirin û gotin, ew dê sibe serdana Wezareta Dadê ya Tirkiyê bikin.
Parêzerên Demîrtaş Mahsuni Karaman, Mehmet Emin Aktar, Mesut Beştaş û Aygul Demirtaş di civînê de amadehî kirin.
Parêzer Kahraman diyar kir ku Demîrtaş 3 sal in “dîlgirtiyê siyasî ye” û got, biryara Serdozgerê Komarê yên Enqerê ya girtina Demîrtaş nîşan dide ku ew bi çawa ketine bin bandora siyasetê.
Kahraman bibîr xist, berî rûniştina Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê, di 2yê Îlonê de 19emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê derbarê dosyayê de biryara berdana Demîrtaş da, lê di heman rojê de dîsa biryara girtinê wî derxistin.
Parêzerên Demîrtaş anîn ziman ku ew li ser lêpirsîneke xeyalî girtî ye û bang li wezîrê dadê kirin ku derbarê Serdozgerê Komarê yên Enqereyê, dozgerê lepirsînê û dadgerê biryar daye de lêpirsîn were vekirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin