Parêzerên Demirtas serî li dadgeha destûrê dan
PeyamaKurd - Parêzerên hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demirtaş, ji bo betalkirina cezayê 4 sal û 8 mehan ku dadgeha Stenbolê 7ê Îlona 2018an lê birîbû, serî li dadgeha makeqanûna Tirkiyê (AYM) dan.
Dadgeha Stenbolê ji ber axaftineke Newroza 2013an 4 sal û 8 meh cezayê girtîgehê li Demirtaş birîbû. Herwiha ji heman dozê ji bo parlamentarê berê yê HDPê Sirri Sureyya Onder jî 3 sal û 6 meh ceza hatibû dayîn ku ew jî ketibû girtîgehê.
Parêzeran di serlêdana xwe de, ji AYMê daxwaz dikin ji ber biryara Dadgeha Mafên Mirovan a binpêkirina mafên Demirtaş ên hilbijartinê û girtîmayîna bêyî biryara dadgehê, ew cezayê lê hatiye birîn were betal kirin.
Demirtaş ji 4ê Mijdara 2016an ve hatiye girtin û li girtîgeha Edirneyê dimîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin