CHP ji bo betalkirina yasaya înfazê serî li Dadgeha Destûrê dide
PeyamaKurd – Piştî ku şevê din projeyasaya înfazê ya bi hevkariya AKP û MHPê hatibû amadekirin, li Parlamentoya Tirkiyê hat qebûlkirin, partiya opozîsyonê CHP ket tevgerê û ji bo betalkirina wê yasayê serî li Dadgeha Destûrê dide.
Di yasaya înfazê de ku li benda îmzeya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan e; serbest berdana girtiyên siyasî, rojnamevan, nivîskar û kesên ji ber ramanên xwe hatine girtin li xwe nagire.
CHPê ragihand ku ew dê ji bo sererastkirina yasaya lêborîna bo girtiyan ku bi piraniya dengan ji aliyê parlamentoyê ve hatiye pesendkirin, serlêdana Dadgeha Destûrê bikin.
Partiyên Tirkiyê CHP, HDP û IYI Partiyê piştgirî nedan wê yasayê û dixwazin bi awayekî wekhevîya girtiyan sererastkirinên cidî tê de werin kirin.
Li gorî projeyasayê bi qasî 90 hezar girtî têne berdan ku hemû jî kesên bi tawanên edlî hatine girtin in. Li zîndanên Tirkiyê bi qasî 300 hezar girtî hene ku piraniya wan girtiyên siyasî ne û bi tohmeta terorê hatine zîndanîkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin