Trump ji bo Coloradoyê serî li Dadgeha Bilind a DYAyê da

04 January 2024 18:21 0 dîtin
Trump ji bo Coloradoyê serî li Dadgeha Bilind a DYAyê da

Peyama Kurd - Serokê berê yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump, bi mebestan betalkirina biryara qedexekirina beşdarbûna wî hilbijartinên serokatîya DYA ya li Parêzgeha Coloradoyê ya Dadgeha Coloradoyê, serlêdana îtirazê li Dadgeha Bilind a DYAyê kir.

Dadgeha Parêzgeha Coloradoyê, bi tometa ku bûye sedem û piştgirî daye serdegirtina Kongreya DYAyê ya di 6ê Çileya 2021an de, beşdarbûna Trump a li Parêzgeha Coloradoyê ya hilbijartina serokatîya DYAyê qedexe kiribû.

Parêzerên Trump angaştin ku tu dadgehek parêzgehan nikare berbijêrekî serokatiyê bi beşdarnebûna hilbijartinan tawanbar bike û gotin ku "Dadgeha Coloradoyê bendên destûrî yên têkildar xelet şîrove kiriye."

Tê payîn ku Dadgeha Bilind a DYAyê îtiraza Donald Trump binirxîne û di demek nêz de biryarekê bide.