Serlêdana Dadgeha Bilind ji Trump

05 August 2023 12:30 0 dîtin
Serlêdana Dadgeha Bilind ji Trump

PeyamaKurd – Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump di nav 5 mehên dawî de 3 caran ji ber sûcên li dijî wî derketibû pêşberî dadgehê, bang li Dadgeha Bilind kir ku mudaxeleyî dozên ku pê re rû bi rû mane bike.

Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump, di nivîsa xwe ya li ser platforma xwe ya medyaya civakî TruthSocial de, Serokê Amerîkayê Joe Biden û Wezareta Dadê ya ku wî wek "reqîbê min ê siyasî" bi nav kir, tawanbar kir.

Trump da zanîn, pêvajoya hiqûqî ya ku li dijî wî hatiye destpêkirin hem ji aliyê dem û hem jî ji aliyê pereyan ve dibe sedema lêçûnên xwe û diyar kir ku ew ê ji bo têkoşîna li dijî "bandîdên çepên radîkal" çavkaniyên ku ji bo reklam û mîtîngan xerc bike, bike.

Trump anî ziman ku di sindoqan de li pêş bû lê di şert û mercên wekhev de hevrikî nekir û got, "Ev mudaxeleya hilbijartinê ye û divê Dadgeha Bilind vê mijarê çareser bike."

Serokê berê yê Amerîkayê Trump do li Washington DC derbarê sûcên ku di çarçoveya lêpirsînên "6ê Çileyê Serdegirtina Kongreyê" de ji ber hewldana guherandina encamên Hilbijartina Serokatiyê ya 2020an di berjewendiya wî de hatibûn vekirin, derket pêşberî dadgehê.