Trump hê jî li ser ya xwe ye: Dadgeha Bilind em rezîl kirin!
PeyamaKurd – Piştî ku di hilbijartinên seroktiyê yên Amerîkayê de, Joe Biden hat hilbijartin, serokê niha yê Amerîkayê Donald Trump, encamên hilbijartinê red kiribûn û gotibû, sextekarî hatiye kirin.
Di hilbijartinên seroktiya Amerîkayê de, tevî hemû îtirazên tîma Trump jî Biden li beramber 232 kursîyên delegeyan ên Trump bi 306 kursiyan hilbijartin qezenc kiribû.
Donald Trump piştî ku Dadgeha Bilind serkeftina Biden a hilbijartinê ragihand li ser hesabê xwe yê twitterê got, “Dadeha Bilind me rezîl dike. Ti wêrekî û zanebûneke wê nîne.”
Trump dîsa encamên hilbijartinê wekî sextekarî bi nav kir û got, “Dadgeha Bilind qet bala xwe nade ser.”
Çav li rê ye 20ê meha Çile ya 2021ê Joe Biden ji Trump posta seroktiyê werbigire û bibe serokê nû yê Amerîkayê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin