Malbatên Roboskê cara duyem serî li Dadgeha Bilind a Tirkiyê dan

09 April 2021 18:45 0 dîtin
Malbatên Roboskê cara duyem serî li Dadgeha Bilind a Tirkiyê dan

PeyamaKurd - Malbatên Roboskê doza dadgehê ji ber xemsariya alîyê siyasî û parêzeran hatibû hilweşandin, îro 9ê Nîsanê careke din serî li Dadgeha Bilind a Destûra Tirkiyê (AYM) dan.

Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ferhat Encu yê birayê wî jî di komkujiya Roboskê de hatibû kuştin û parêzerê malbatan Kerem Altinparmak piştî serlêdana AYMê daxuyanî dan medyayê.

 Encû got: “Ev 10 salin, ji bo ku tawanbar bên darizandin, em di nav lêgerîna edaletê de ne. Balafirên şer ên Tirkiyeyê mirovên sivîl ên li ser xeta sînorê Roboskî debara xwe dikirin, bombebaran kirin. Ji wê rojê û vir ve malbatên Roboskî, parazvanên mafên mirovan, siyasetmedar û rêxistinên civakî dixwazin ku tawanbar li pêş hiqûqê hesab bidin. Lê bi tu awayî berpirsiyar nehatin darizandin. Em daxwaza edaletê dikin. Doza li malbatên roboskiyan vekirin, binçav kirin û girtin. Dosyeyên derbarê kesên 34 mirov qetilkirin de hatibûn vekirin, bi hinceta demboriyê hatin girtin. Dayikên ku zarokên xwe winda kirin îro tên darizandin.”

Parêzerê malbatên Roboskiyê Kerem Altiparmak jî diyar kir ku daxuyaniyên li ber AYMê rûtîn bûne û got: “Ev doz ne tenê doza malbatên Roboskê yê, doza hemû kesên baweriya xwe bi mafên mirovan tînîn e. Divê tawanbar û berpirsiyar bên lêkolînkirin. Ji bo vê me ji nû de serlêdan kir. Em ji AYMê dixwazin vê serlêdana me qebûl bike.”

10 sal berê 28ê Kanûna 2011an li navçeya Qileban a Şirnexê li gundê Roboskê 34 zarok û ciwanên kurd bi bombardimana balafirên artêşa Tirkiyê hatibûn şehîdkirin.