Îran | 15 jinên Bahayî yên hatibû cezakirin cara duyem hatin dadgehkirin
PeyamaKurd – Li bajarê Îsfehan ê Îranê, 15 jinên Bahayî ku berê hatibûn dadgehkirin û sizadan, careke din li Şaxa Yekemîn a Dadgeha Şoreşê ya Îranê hatin darizandin.
15 jinên Bahayî, 1ê Gulana îsal bi hinceta “propagandaya li dijî Komara Îslamî” û “beşdarî xebatên teblîxî û perwerdehiyê yên li dijî şerîeta Îslamê bûne” ji bo Dadgeha Şoreşê ya bajêr hatibûn gazî kirin.
Ji aliyê dadgehê ve ji bo her yek ji wan jinan 5 sal cezayê girtîgehê, cezayê pere û tevî qedexekirina çûnûhatinê cezayê qedexeya xizmetên civakî li wan hatibû birîn.
15 jinê Bahayê, 25ê Îlonê li Şaxa 1emîn a Dadgeha Şoreşê ya Îsfehanê ji nû ve hatin darizandin û tê çaverêkirin cardin bêne cezakirin.
Hin ji wan jinan sala 2021ê hatibûn girtin û paşê bi kefalet hatibûn berdan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin