CHPê ji bo betalkirina yasaya înfazê serî li Dadgeha Destûrê da
PeyamaKurd – Partiya Komariya Gel (CHP) li Tirkiyê, i bo betalkirina yasaya înfazê ku bi hevkariya MHP-AKPê li parlamenê hat pesendkirin serî li Dadgeha Destûrî ya Tirkiyê (AYM) da. Di hevdîtinên parlamenê de CHP, HDP û Iyî Partî li dijî wê yasayê derketibûn ku di navbera girtiyan de wekheviyê nayîne.
CHPê beriya niha ragihandibû ku ew dê ji bo betalkirina wê yasayê serî li AYMê bidin.
Wekîlê Serokê Koma CHPê Engîn Altay îro di civîna rojnamevanî ya li Parlamena Tirkiyê de ragihand, dê îro serî li AYMê bidin.
Piştî vê daxuyaniya Altay, Parlamenterê CHPê Alî Mahîr Başarir ji bo betlakirina yasaya înfazê serî li AYMê da.
Yasaya înfazê ya ku hefteya borî hat derxistin û ji ber ku wekheviya di navbera girtiyan de nake, bi tundî ji aliyê opozîsyonê ve hatibû rexnekirin.
Bi wê yasayê tenê girtiyên dozên edlî yên wekî; dizî, mafya û destdirêjiyê hatibûn berdena û kesên wekî siyasetmedar, rojnamevan, nivîskar û ji ber nêrînên siyasî hatine girtin di vê heyama belavbûna vîrusa koronayê de di girtîgehan de hatibûn hiştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin