Peyama DEMê ji bo CHPê: Em ê serî li ber fasîstan netewînin

08 January 2024 00:07 0 dîtin
Peyama DEMê ji bo CHPê: Em ê serî li ber fasîstan netewînin

PeyamaKurd - Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM)  Tuncer Bakirhan di 1. Kongreya Awarte bajarê Tirkiyeyê yê Antalyayê de, di derbarê hevkariya hilbijartinan de peyamê da Partiya Komarê ya Gel (CHP).

Di kongreya ku li navçeya Kepezê ya Antalyayê de hate lidarxistin de Bakirhan bertek nîşanî şaredariya CHPê ya ku daxwaza DEM Partîyê ya Hola ji bo pêkanîna Kongreya partiya wan red kiribû û got: "Em ê li Antalyayê jî 'Lihevkirina Bajar' esas bigirin. Di hilbijartinên herêmî de em ê bi taybetî li erdnîgarîya Kurdan û li Tirkiyeyê vîna gelan di rêveberiyan de bidin bicihkirin. 

Namzetên ku gelê me daxwaz dike wê bibin namzetên me. Antalya jî di nav de, em ê Lihevkirina Bajar esas bigirin. Lihevkirina Bajar tê çi wateyê? Namzetên me wê bibin namzedên demokrat, ne dij-kurd, ne dij-Elewî û ne li dijî hiqûq û mafên demokratîk bin û rêzê li hiqûq û mafên demokratîk bigirin. Niha ez ji te dipirsim? Hûn ê bi dengê me desthilatdariyek ava bikin. Lê hûn ê salonekê nedin Kurdan?"

Bakirhan di domîna axaftina xwe de rexneyên tûnd li Şaredariya Parêzgeha Antalyayê ya CHPê kir û got: "Hûn ê dengê me bistînin, hûn ê bi dengê me sultaniyê ava bikin. Lê dema ku Kurd holekê bixwazin hûn ê nedin? Ez li Antalyayê bang li we dikim; em ê hevkariyê bikin, em ê tevlî bibin. Em ê li ser her maseyê rûnin. Li vir tu pirsgirêk tune. Lê em ê tu carî serî xwe li ber faşîstan netewînin." 

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan wiha dawî li axaftina xwe anî:

"Hevalên CHPê jî li vir in. Em ê bi navenda wan re jî hevdîtinê bikin. Em li vir vê diyar dikin. Ez bi vê wesîleyê radigihînim ku em ê ne dengê xwe bidin û ne jî bi kesên ku wek AKP û MHPê me paşguh dikin re hevkariyê nekin.

Gelê me wê bersivê bide kesên ku vîna me ya li Kurdistanê paşguh dikin. Vê carê îradeya me ti carî ji holê ranabe, îradeya me nayê paşguhkirin. Dixwazim diyar bikim ku gelê me yê hêja, wê di hilbijartinan de bersiva pêwîst bide kesên ku îradeya me ya li Kurdistanê paşguh dikin, yên ku dengên me digirin û ji bo slavê nedin pişta xwe didin me.”