Ji Pûtîn peyama BRICSê: “Cîhaneke pir-cemserî tê avakirin”
PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn di destpêka lûtkeya BRICSê de ya li Kazanê tê lidarxistin axivî û got, “Cîhaneke pir-cemserî tê avakirin.”
Pûtîn di destpêka lûtkeya BRICSê ya li bajarê Kazanê yê Tataristanê axivî û got, “Cîhaneke pir-cemserî tê avakirin, ev pêvajoyeke dînamîk û bêveger e.” Serokê Rûsyayê tekez kir ku “zêdetirî 30 welatên din daxwaz kirine ku destpêka 2025an tev li BRICSê bibin.”
Karbidestên Wezareta Derve ya Rûsyayê û medyaya dewletê ya Erebistana Siûdî, navê Erebistanê Siûdî tînin wek endama 10emîn a koma BRICSê. Tevî ku beşdarbûna wê ya ji bo berfirehkirina rêxistinê ya di 1ê Çileya 2024an de hatibe pejirandin jî, rêveberiya Riyadê hîn bi fermî piştrast nekiriye ku ew dê bibe endama BRICSê.
Pûtîn got, “Dê şaş be ku em guh bidin daxwaza Başûr û Rojhilatê Cîhanê ya pêşxistina diyalogê ya bi BRICSê re.”
Di berdewamê de got, “Tirkiye jî di nav wan welatan de ye ku nêta xwe ya tevlêbûna BRICSê ragihandine.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin