Ji Pûtîn peyama mirina Gorbaçov: Bandoreke mezin li dîroka cîhanê kir!
PeyamaKurd - Serokê Rûsyayê Vladimir Putin, li ser mirina serokê berê yê Yekîtiya Sovyetê Mikhail Gorbaçov peyameke sersaxîyê weşand û tê de got, Gorbaçov bandoreke mezin li ser dîroka cîhanê kiriye.
Serokê dawî yê Yekîtîya Sovyetê Mikhail Gorbaçov, doh 30yê Tebaxa 2022yan di 91 salîya xwe de can dabû.
Putin di peyama xwe de gotiye, Gorbaçov di dema xwe de fêm kiriye ku hin reform pêwîst in û di salên 1980yî de hewl daye ji bo kêşeyên Yekîtîya Sovyetê çareserîyên xwe pêşkeş bike.
Hêjayî gotinê ye, Gorbaçov, cara yekem Amerîka jî di nav de bi welatên Rojavayî re, pêwendiyên Rûsyayê xurt kiribûn û di sala 1989an de jî di xwepêşandên demokrasîyê de, hilweşîna Yekîtiya Sovyetê di sala 1989an pesend kiribû û15 komar ji Sovyetê cuda bûbûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin