Dengdana li ser Xezzayê cara 3em e ku konseya NY de pasde dixin
PeyamaKurd – Di Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekgirtî de, ji bo li Şerîda Xezzayê dijminahiyê rawestînin û pêngavên bilez bavêjin û hem alîkariya mirovî here Xezzayê, cara sêyeme ku dengdana di derbarê mijarê de paşde dixin.
Serokê demkî yê Konseya Ewlehiya NY nûnerê daîmî yê dewleta Ekvadorê Jose De La Gasca û nûnera daîmî ya dewleta Îmaratan Lana Nuseybe, piştî civîna xef ji bo çapemeniyê ragihandinan kirin. Gasca got:
“Konsey biryarê da ku hevdîtin dewam bikin û wext bidin dîplomasiyê. Em dengdanê dihêlin ji bo sibê.”
Nuseybe jî ragihand û got eger lihevkirin nebe jî wê reşbeleka daxwaznamê bixin ber dengdanê û weha dewam kir:
“Herkes dixwaze biryareka ku bandora wê di sehayê de bibe û di sehayê de guhertinan bike bibîne. Her welat di asta bilind de bala xwe daye ser mijarê. Dîplomasî wext dixwe. Lê di sehayê de êşekî zêde heye. Divê em bi ser bikevin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin