Dengdana li KENYê ya Xezzeyê cara 4emîn hat taloqkirin

22 December 2023 13:40 0 dîtin
Dengdana li KENYê ya Xezzeyê cara 4emîn hat taloqkirin

PeyamaKurd – Dengdana li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ya li ser pêşnûmeya biryarnameyê ya ji bo rawestandina şer û pevçûnên li Xezzeyê ji bo gihandina alîkariyên mirovî yên bê asteng, cara çaremîn hat taloqkirin.

Hate hînbûn ku dengdana ku ji roja duşema borî ve hatibû taloqkirin wê sibê bê kirin.

Ji ber nerazîbûna Amerîkayê guhertoya yekemîn a pêşnûmeya biryarnameyê bû cihê nîqaşê û ji raya giştî re hate eşkerekirin ku Amerîka li dijî banga ‘rawestandina şer’ a ji bo gihandina alîkariyên mirovî yên bê asteng ji herêmê re radiweste.

Li ser vê yekê, guherîna ku di pêşnûmeya biryarnameyê de hat kirin, tê de banga "gavên lezgîn bên avêtin" ji bo gihandina bênavber û ewle ya alîkariyên mirovî yên berfireh ji bo Xezzeyê û "ji bo avakirina şert û mercên pêwîst ji bo rawestandina domdar a şer."

Di guhertoya ewil a pêşnûmeyê de daxwaza "Divê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî mekanîzmayeke şopandina alîkariyan ava bike" di dawiya muzakereyan de wek "Sekreterê Giştî Koordînatorê Alîkariya Mirovî û Avakirinê yê Bilind destnîşan bike" hat guhertin.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres cara ewil di dema wezîfeya xwe de rayeya xwe bi kar anî, ji bo pêşîgirtina li karesata însanî ya li Xezzeyê xala 99an a Peymana Neteweyên Yekbûyî destnîşan kir û di 6ê Kanûnê de nameyek ji KENYê re şand.

Guterres got, "Ez bang li endamên Konseya Ewlekariyê dikim ku ji bo pêşîgirtina li felaketeke însanî zextê bikin û daxwaza xwe ya ji bo agirbesta însanî bê ragihandin dubare dikim. Ev gelekî lezgîn e."