Îro dengdana hilbijartina endamên kongreya 14emîn a PDKê destpê dike

27 August 2022 13:30 0 dîtin
Îro dengdana hilbijartina endamên kongreya 14emîn a PDKê destpê dike

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 27.08.2022yê dengdana hilbijartina endamên kongreya 14emîn a PDKê destpê dike.

Li gor zanyariyan, biryar e îro li sînorê Balekayetî dengdana hilbijartina endamên kongreya 14emîn a PDKê destpê bike û pişt re proseya dengdana hilbijartina endamên kongreya 14emîn, wê qonax bi qonax li sînorê hemû baskên PDKê birêve biçe.

Herwiha biryar e derveyî endamên rêveberiyê û polîtburoyê, hemû endamên din ên kongrê, bi hilbijartinan bibin endam û delege û li gor peyrewa navxwe ya PDKê jî, ji sedî 25ê endamên kongrê wê jin bin.