14emîn Kongreya PDKê: Navên endamên Komîteya Navendî hatin eskere kirin

06 November 2022 16:05 0 dîtin
14emîn Kongreya PDKê: Navên endamên Komîteya Navendî hatin eskere kirin

PeyamaKurd – Piştî lidarxistina Kongreya 14an a PDKê û hilbijartina komîteya navendî, îro Yekşemê, endamên Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hatin eşkere kirin. Li gorî encaman dengên herî zêde Sîdad Barzanî 823, Rêber Ehmed 702 û Umêd Xoşnaw 683 wergirtine.

Kongreya 14an a PDKê 3yê  Mijdara 2022yan li Duhokê dest pê kiribû û doh 5ê Mijdarê jî bidawî bûbû. Di kongreyê de Serok Mesûd Barzanî wekî serokê giştî, Nêçîrvan Barzanî wekî cîgirê yekem ê serok û Mesûr Barzanî jî wekî cîgirê duyem ê serokê PDKê hatibûn hilbijartin.

 Zêdetirî hezar endamên PDKê ji bo hilbijartina lijneyên partiyê û komîteya navendî dengê xwe dan ku îro Yekşemê bi beşdariya Serok Barzanî encamên hilbijartinê hatin eşkere kirin.

Navên kesên ku wekî endamên Komîteya Navendî ya PDKê hatine hilbijartin wiha ne:

1. Sîdad Barzanî 823

2. Rêber Ehmed 702

3. Umêd Xoşnaw 683

4. Îsmaîl Haçik 627

5. Elî Ewnî 588

6. Eşwaq Caf 583

7. Serbest Lezgîn 577

8. Aras Heso Mîrxan 555

9. Elî Husên 552

10. Amîne Zikrî 519

11. Dilşad Şehab 518

12. Segvan Halo 514

13- Sîrwan Barzanî 514 deng

14. Muhsin Kemal 514

15. Elî Teter 490

16. Necat Elî 481

17. Zagros Fetah 479

18. Nûrî Usman Şingalî 478

19. Behram Erîf Yasîn 472

20. Umêd Sebah 462

21. Piştîwan Sadiq 462

22. Hîwa Ehmed 454

23. Cefer Êminkî 452

24. Şaxewan Ebdulla 450

25. Hêmin Hewramî 438

26. Hîwa Geylanî 424

27. Guhdar Şêxo 422

28. Çinar Seid Ebdulla 421

29. Ebdulxaliq Babîrî 415

30. Serbest Tirwanşî 407

31. Bilind îsmaîl 396

32. Mihemmed Elî 391

33. Evîn Hirûrî 390

34. Salar Usman 374

35. Newzad Hadî 372

36. Ehmed Kanî 350

37. Sanaw Fereydûn Ciwanroyî 345

38. Arî Nanekelî 338 

39. Sasan Ewnî 332

40. Mhemmed Xurşîd 329

41. Lîza Felekedîn Kakeyî 329

Navên yêdekan:

1. Diyarî Husên 336 deng

2. Sasan Ewnî 332 deng

3. Mihemmed Xurşîd 329 deng

4.Qadir Qaçax 320 deng

5. Çiya Herkî 319 deng

6. Sebah Beytulla 317 deng

7. Nazim Herkî 305 deng

8. Berevan Hemdî 324 deng

9. Birûsk Nûrî 297 deng

Herwiha 10 kesên li ser daxwaza Serok Barzanî ji bo komîteya navendî ya PDKê hatine hilbijartin jî wiha ne:

1 - Fazil Mîranî

2 - Hoşyar Zêbarî

3 - Fuad Husên

4 - Azad Berwarî

5 - Mehmûd Mihemmed

6 - Ebdulmuheymen Barzanî

7 - Rêbwar Yellda

8 - Arif Teyfûr

9 - Kemal Kerkûkî

10 - Zeîm Elî

Di kongreya PDKê de hin guhertin hatin kirin

  • Cara yekem du cîgirên Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hatin destnîşankirin; Nêçîrvan Barzanî wek cîgirê yekem û Mesrûr Barzanî jî wek cîgirê duyem hatin hilbijartin.
  • Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) di vê kongreyê de encûmena serkirdayetiyê veguherand komîteyeke navendî.
  • Di vê kongreyê de desteyek din bi navê Civata Têkoşeran li ser navê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) hat zêdekirin; Encûmen ji "serkirde û çalakvanên partiyê yên binavûdeng pêk tê, ku temenmezin in û nikanin erkên xwe bi rêk û pêk di organên din de bi rê ve bibin", lewra ew di nav encumenê de kar dikin û bi wan re şêwirîn.
  • Guherîneke din a 14min kongreya PDKê jinavbirina posta sekreteriya polîtburoya siyasî ye û damezrandina desteya rêvebirîyê ye û li şûna sekreterê polîtburoya siyasî, dê kesek berpirsê desteya rêvebirîya polîtburoya siyasî be.
  • Herwiha kêmkirina hejmara rêveberên şax û navçeyên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) guhertineke din e ku di kongreyê de deng li ser hat dayîn, bi awayekî ku hejmara rêveberên liqê daket 6 rêveberan û rêveberên navçeyan jî bûn 4 rêveber.