PDKê, dîroka Kongreya 14emîn a Asayî ragihand!
PeyamaKurd- Rayedarên Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK), dîroka Kongreya 14emîn a Asayî ragihand. Li gorî agahiyên hatin ragihandin, kongre dê di destpêka meha mijdarê de were lidarxistin.
Agahiyên di derbarê dîroka kongreyê de ji aliyê Endamê Lijneya Rêveberiya PDKê Elî Ewnî ve hat ragihandin. Li gorî agahiyên Ewnî parve kirin, kongreya PDKê dê di 3yê Mijdarê de were lidarxistin.
Hat ragihandin ku PDKê, civîna xwe ya dawî ya Lijneya Rêveberiyê beriya Kongreya 14emîn a Asayî, di serokatiya Serokê Giştî yê PDKê Mesûd Barzanî û alîkarê wî Nêçîrvan Barzanî de li navenda partiyê kiriye.
Hat diyarkirin ku di vê civînê de komîteya amadekar, raporta xwe ya amadekariyên ji bo kongreyê pêşkêşî Serok Mesûd Barzanî kiriye.
Her wiha hat zanîn ku komîteyê pêşniyaz kiriye ku kongre di destpêka meha mijdarê de were kirin û li ser vê pêşniyazê civîn hatiye lidarxistin û dîrok jî di vê civînê de hatiye diyarkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin