Dema dengdana hilbijartina endamên Kongreya 14emîn a PDKê hat eskerekirin

22 August 2022 13:57 0 dîtin
Dema dengdana hilbijartina endamên Kongreya 14emîn a PDKê hat eskerekirin

PeyamaKurd – Dengdana hilbijartina endamên Kongreya 14emîn a PDKê, di 27ê Tebaxa 2022yan de birêve diçe.

Li gor Cîgirê Serokê Komîteya Amadekar a Kongreya 14emîn a PDKê Necat Hesen ragihandiye, biryar e roja 27ê Tebaxa 2022an hilbijartina endamên Kongreya 14emîn a PDKê destpê bike.

Herwiha eşkere kir, proseya dengdanê wê çend rojan berdewam bike, li gor zêdebûna hejmara dengdêran jî wê dema dengdanê bê dirêjkirin.

Di berdewamiyê de eşkere kir: “Mafê zêdetir ji 600 hezar endaman heye ku 800 endamên kongreyê hilbijêrin.”

Li gor rêziknameya kongreyê, tenê endamên Polîtburoyê û Serkirdatiyê bê dengdan dibin endamên kongreyê û sedî 25ê endamên kongreyê jî wê jin bin.

Biryar e Kongreya 14emîn a PDKê di meha Mijdara bê de li Duhokê birêve biçe.