Kurdistan | Dema pêskeskirina namzedên hilbijartinan hate dirêjkirin
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku dema pêşkêşkirina namzedan ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê heta roja Pêncşemê 18ê Tîrmehê hate dirêjkirin.
Berpirsê Ofîsa Hewlêrê ya Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê Merwan Mihemed medya Kurdistanê re ragihand, Encûmena Komîsyaran dema wergirtina lîsteyên namzedên xula şeşem a Parlamentoya Kurdistanê heta roja 18ê Tîrmeha 2024an dirêj kir.
Merwan Mihemed diyar kir: “Heta îro 15ê Tîrmehê, du hevpeymanî, 11 partiyên siyasî û 35 namzedan navên xwe pêşkêş kirine.”
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gorî fermana herêmî ya hejmar 222 a sala 2024ê, roja 20.10.2024an wekî roja birêveçûna hilbijartinên Parlemana Kurdistana Îraqê destnîşan kiriye.
Komisyona Hibijartinan daye xuyakirin ku wan ji sedî 80ê amadekariyên hilbijartinan bidawî kirine û aliyên pêwendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî gelek bi wan re hevkar in.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin