Kongreya 14emîn a PDKê wê sala 2021ê bê lidarxistin
PeyamaKurd – Endamê Polîtburoya Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) Kakemîn Necar ragihand ku wan nekarî îsal çardehemîn kongreya xwe bikin, lê ji ber koronayê kongre nehatiye lidarxistin û wê kongreya PDKê sala 2021ê bê kirin.
Kakemîn Necar ji malpera fermî ya PDKê re daye xuyakirin, amadekarî hatine kirin û kongre dê mehên destpêkê yên sala 2021ê were kirin.
PDKê 16 Tebaxa sala 1946an ji aliyê Mela Mistefa Barzanî û hevalên wî ve hatiye damezirandin.
Destpêkê navê PDKê, Partiya Demokrat a Kurd bû, lê belê di kongreya sêyem de, ku di sala 1953an de li dar ket, navê wê bû Partiya Demokrat ya Kurdistanê. Heta niha PDKê 13 kongre lidar xistine:
Kongreya yekemîn, roja 16.08.1946 bi amadebûna 70 kesan, bi awayekî nihênî li mala Seîd Fehîm a li Bexdayê birêve çû û Mela Mistefa Barzanî wek serokê PDKê hat hilbijartin.
Kongreya sêyemîn roja 26.01.1953 bi beşdarbûna 35-40 kesan li Kerkûkê birêve çû û navê partiyê bûye Partiya Demokrata Kurdistan (PDK).
Kongreya nehemîn roja 04.10.1979 li Zêweya Ormiyê birêve çû û Mesûd Barzanî wek serokê PDKê hat hilbijartin.
Kongreya sêzdemîn jî ji 11 heta 18.12.2010 li Hewlêra paytexta Herêma kurdistanê birêve çû. Di vê kongreyê de Mesûd Barzanî wek serok û Nêçîrvan Barzanî jî wek cîgirê serokê PDKê hatin hilbijartin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin