Li Xezzeyê îskeleya demkî cara sêyemîn hat barkirin
PeyamaKurd – Di daxuyaniya ku doh hat dayîn de, Pentagonê ragihandibû ku ji ber pêlên giran îskeleya alîkariyê ya Amerîkayê ji ber pêlên giran dîsa ji qeraxa Xezzeyê hat rakirin û wê ber bi bendereke Îsraîlê ve were kişandin.
Ev cara sêyem e ku îskeleya alîkariyê ji ber şert û mercên hewayê tê vekişandin ji dema ku Gulana borî hatibû danîn ji ber zehmetiyên di belavkirina alîkariyê de dema ku alîkarî gihîştin beravên Xezzeyê.
Cîgira Berdevka Pentagonê Sabrina Singh daxuyanî da rojnamevanan û got, "Ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê yên ku dawiya vê hefteyê tê pêşbînîkirin, Fermandariya Navendî ya (CENTCOM) îskeleya demkî ya li Xezzeyê ji cihê wê rakirin û wê derbasî Bendera Aşdodê ya Îsraîlê bike."
Singh ji bo ji nû ve avakirina îskeleyê dîrok neda û diyar kir ku "Ferman wê di dawiya hefteyê de nirxandina rewşa deryayê bidomîne."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin