DYA: Îskeleya demkî ya li Xezzeyê wê bi temamî bê rakirin
PeyamaKurd – Şêwirmendê Ewlekariya Netewî yê Amerîkayê Jake Sullivan diyar kir ku îskela deryayê wê bi temamî bê rakirin ji ber ku êdî pêwîstî bi gihandina alîkariyê ji bo Xezzeyê nîne.
Sullivan bal kişand ku biryara dawî wê ji aliyê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ve were eşkerekirin û got, "Lê belê ez li bendê me ku em ê di demeke kin de operasyonên îskelê bi temamî rawestînin."
Sullivan angaşt kir ku pirsgirêka li Xezzeyê "Êdî ne gihandina alîkariyê ye, lê ew e ku alîkarî bi ewle bigihêje mirovan" û got, "Tiştê ku niha me mijûl dike ne gihandina alîkariyên ji derve bo Xezzeyê ye, lê belavkirina (vê alîkariyê) li hundur e. Vê rewşê bandorek li ser nêrîna me ya derbarê maweya mayî ya pileyê kir."
Sekreterê Çapemeniyê yê Pentagonê General Major Patrick S. Ryder di daxuyaniyekê de got: “Hat ragihandin ku ji ber pirsgirêkên teknîkî û hewayê hewla dawîn a ji nû ve lengerkirinê têk çûye, keştiyên piştgiriyê û alavên din wê vegerin bendera Aşdoda ya Îsraîlê û heta daxuyaniyeke din wê li wir bimînin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin