Xesara li bendera demkî ya li Xezzeyê: Barkirina alîkariyê hat sekinandin

29 May 2024 08:33 0 dîtin
Xesara li bendera demkî ya li Xezzeyê: Barkirina alîkariyê hat sekinandin

PeyamaKurd – Sewqiyata alîkariyê ji ber xesara ku li bendera demkî ya li Şerîda Xezzeyê hatibû avakirin hat sekinandin.

Li gorî nûçeya qenala NBC Newsê, bendera demkî ya ku DYA li Xezzeyê ava kiribû, ji ber şert û mercên hewayê xesar dît.

Di nûçeyê de hat diyarkirin ku sewqiyata alîkariyê ya bi rêya behrê hatiye sekinandin û hat diyarkirin ku tamîrkirina benderê dibe ku nêzî hefteyekê bidome.

Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê di 8ê Gulanê de ragihandibû ku çêkirina bendereke demkî ya ku dihat plankirin li ser behrê li beravên Xezzeyê bê çêkirin, ji bo gihandina alîkariyên mirovî bi rêya behrê bi dawî bû.

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) di 16ê Gulanê de bi daxuyaniyekê ragihandibû ku bendera demkî ya ku ji bo gihandina alîkariyên mirovî li Şerîda Xezzeyê hatibû avakirin temam bû û wê di nava çend rojan de alîkarî destpê bike.

Neteweyên Yekbûyî ragihand ku wan ji 17ê Gulanê ve tenê 97 kamyonên alîkariyê ji bendera demkî wergirtine.